
Sibêdeha roja Şemî 7`ê Cozerdanê, termê “Behlûl Seydanîferd” duyemîn kolberê vundabûyî ê di nav befir û bageyê de, yê xelkê gundê “Bavan” a girêdayî devera Mirgever a bajarê Urmiye, li bilindahiyên gundê “Gelêşim”a li Bakûrê Kurdistanê hat peydakirin.
Termê wî kolberê Kurd piştî derbasbûna 135 rojan li ser vubdabûna wan de, ji aliyê rûniştiyên gundê “Geleşim”ê ve hat peydakirin û bo pizîşka yasayî ya Şemzînan hatiye veguhastin.
Hewlên xelkê bona peydakirina termê “Esed Seydanî” sêyemîn kolberê vundabûyî yê xelkê gundê “Bavan” berdewam in.
Roja Şemî 17`ê Banemerê, termê “Barzan Mehînî” kurê Şevket, yek ji wan sê kolberên xelkê gundê “Bavan” a girêdayê devera Mirgever a bajarê Urmiye, piştî derbasbûna 114 rojan li ser vundabûna wan de, li nav axa Bakûrê Kurdistanê li gundê “Gelêşim”a girêdayî wî welatî hatibû peydakirtin.
Ew sê kolberên Kurd roja Pêncşemî 23`ê Befranbara sala 1400`an a rojî, li bilindahiyên sînorên destkird di navbera bajarê Urmiye û gundê Gelêşim a Bakûrê Kurdistanê li nav befir û bageyê de vunda bibûn.