Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî derbasbûna sê rojan heta niha jî sê kolberên Kurd bêserşûn in

12:05 - 17 Kanûna Paşîn 2022

Ev sê rojin ku xelkê navçeya Mirgewer û deverên din, ji sê kolberên Kurd ku, li sînûrê di navbera Turkiye û Îranê de, rêya xwe wunda kiribûn lêdigerin, lê mixabin heta niha jî tu agahiyek derheq çarenivîsan wan de ji dest nexistine.

Pêka çavkaniyên agehdar di vê derheqê de, piştî derbasbûna sê rojan li ser bêserbûna sê Kolberên Kurd yên xelkê gundê “Bawa”a li devera “Mirgewer” a girêdayî bajarê “Urmiyê” ku, roja Pêncşemî 23`ê Befranbarê bi sedema hatina befrê û bageyê, di dema zivirînê li Turkiyeve , di “Geliyê Bênar”ê de, rêya xwe wunda kiribûn û heta niha jî çarenivîsa wan nexuyaye.

Xelkê devera “Mirgewer” û gundên sînorî yên Bakûrê Kurdistanê, bo heyama 2 rojan bi awayekî berdewam li “Geliyê Bênar”ê û gundê “Gilêşmê” li Bakûrê Kurdistanê, bona peydakirin wan sê Kolberên kurd geriyan lê mixabin, roja sêyem bi sedema befir û bageyê,nekarîne berdewam bin li ser lêgerînê.

Hêjayê baskirinê ye ku, “Barzan Mehînî” kurê Şewket du roj berî niha pê avêtiye nav 18 saliyê de, “Esed Seydanîfer” kurê Rehîm û “Behlûl Seydanîfer” kurê Kerîm jî, xêzandar û bavê zarokan in.