Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî derbazbûna 20 rojan li ser wunda bûna wan sê kolberên Kurd de heta niha jî çarenivîsa wan nediyare

10:58 - 31 Kanûna Paşîn 2022

Sê Kolberên Kurd ên xelkê gundê “Bawa”a li devera “Mirgewer”a girêdayî bajarê “Urmiyê” piştî derbasbûna nêzî 20 rojan li ser wundabûna wande, heta niha jî çarenivîsa wan nediyare û malbatên wan çavnihêrî rêya wan in.

Pêka çavkaniyên agehdar û gotinên xelkê devera “Mirgewer” bi sedema nebaşbûna rewşa hewa û rabûna ba û bageyê, lêgerîna xelkê heta dema baş bûna rewşa hewa hatiye sekinandin.

Xelkê dilsoz û fîdakar ê devera “Mirgewer” ev zêdeyî ji 15 rojane ku, di vê demsala sar a zivistanê li çiya û geliyê “Bênar”ê de, bi destên betal û bi bê ti amûr û tromibîlên kêrhatî, lipey wan sê kolberan digerin, lê, mixabin, berpirsên rejîmê ên pêywendîdar derheq vê bûyera dilgiran de xemsarin û hewl û pêngavên hewce bona zelalbûna çarenivîsa wan sê kolberan naavêjin.

Navên ev sê kolberên Kurd ên bêserbûyî wuha ne: “Barzan Mehînî” kurê Şewket ,“Esed Seydanîfer” kurê Rehîm û “Behlûl Seydanîfer” kurê Kerîm ku du ji wan xêzandar û bavê zarokan in.