
Ev 20 rojin li ser bêserbûna 3ê Kolberên Kurd yên xelkê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye de, derbas dibe lê, heta niha jî ti zanyariyek li derheq qedera wan jiber dest tune ye.
20 roj li ser bêserbûna 3ê Kolberên Kurd yên xelkê gundê “Bawa”a li devera “Mirgewer”a girêdayî bajarê Urmiye de derbas dibe, pêka dawîn zaniyarî û nûçeyên belavbûyî, di “Gelyê Bênar” a dinavbera sînorê Îran û Tirkiye de, li cihê bi navê “Bêwezîr”ê, reniyek bihêz hatiye û egera vê yekê heye ku di bin vê reniyê de hatibin peçatin.
Herwisa pêka zaniyariyan binkeyên Spaha Pasdaran a Terorîst yên li deverê, rê nadin da ku xelk bona zelalbûna çarenivîsa wan sê kolberên Kurd di lêgerînên xwe de berdewam bin.
Pêka zanyariyan roja Sêşemî 12`ê Rêbendên, Spaha Pasdaran dije maf û dije mirof, tenê ji 7 kesan re îzin dabû ku serdana cihê bûyerê bikin.
Digel hatina demsala Buharê û heliyana befira gelî û çiyayan û derketina termê wan sê kesan, egera xwarina termê wan sê kolberan ji aliyê ajelên weke guran heye, û ev yek jî bûye cihê nîgeraniyn malbat û kespkarên qurbaniyan.