Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî nerazîbûnên Mehabadê/ hêj çarenivîsa xwendekareka 17 salî nerohn e

16:49 - 30 Gulan 2015

Kurdistan Media: Piştî derbasbûna 3 hefteyan bi ser destbiser kirina hejmarek ji neraziyên bajarê Mehabad û Kurdistanê, heya niha tu zaniyariyek ji çarenivîsa keça 17 salî ya Mehabadî li ber dest nine.
Li gor rapora Kurdistan Media, “Lale Xuşnûd” keça Rehman, xwendekara 17 salî a xelkê Mehabadê, rojek piştî nerazîbûnên Mehabadê ve hatiye destbiser kirin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa li vê derheqê de nivîsandiye: Malbata Lale Xuşnûd berdewam seredana nawendên qezayî û ewlehî dikin, lê heya niha tu bersivek ji çarenivîsa keça xwe wernegirtine.

Li gor vê çavkaniyê, malbata Xuşnûd div ê baweriyê de ne ku keça wan ji aiyê hêzên ewlekar ên rejîma Îranê ve hatiye destbiser kirin.

Malbata vê keçê herweha daye zanîn: Ew şeqama ku hote Tara têde hilketiye, riya hat û çûna Lale Xuşnûd jib o qutabxaneyê bûye û her roj bi wê riyê de hat û çûn kiriye.

Piştî wê ku Lale Xuşnûd diyar nema, çalakên sivîl ên kurd “Seher Seadetî, Reza Şerîfê Bokanî û Omîd Kerîmzade” nameyek li dor dûreçûn û şopandina çarenivîsa Lale’yê ji bo mecîsa Îranê nivîsandine.