Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî nêzî 3 mehan nihajî tu zaniyariye li ser windabûna 3 kolberên Mirgewer çinîne

13:28 - 1 Nîsan 2022

Bi derbasbûna 80 rojan, çarenivîsiya 3 kolberên Mirgewer nediyare, û carekî dinê bi xweşbûna rewşa hewa, xelkê nawçê cehdê dikin belkî tiştekê ji qedera wan bizanin.

Roja 31ê Adarê girûpek ji xelkê xêxwaz û dilsoze Mirgewer, bo peyadkirina termê 3 kolberên gundê Bava, hilkişyane etega çiya  û cihên asêye nawçê û heta ewarê mixabin geryana wan bê encam bû.

80 rojan berî niha 3 kolberên gundê Bava li dewera Mirgewer, bi navên Barizan Mîhenî, Es`ed Sîdanîferd, Behlûl Sîdanîferd, li rêka çiyayî û ser sinûrê di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê di rojekî dijvar û kurofê de li gundê Gelêşmê bi meqseda zivirîn bo mirgewer rê dikevin, ku heya îrojî tu zaniyariyek ji çarenivîsa wan çinîne,

Malbatên dilbikule wan 3 kolberan nihajî benda vegeryana wan ezîzên xwene û li wê derheqê de jî ewa destê xelkê mirgewer hat qusûrî nekirin û di rojên destpêka winda bûna wan 3 kolberan de , xelkê di nava bager û sir û seqema dijvar de xwe çiya û gelyê Bênarê didan daku bikarin wan 3 kolberan peyda bikin.

Demûdezgehên rejîma Îranê netenê çi cehdek nekirin bona peydakirina wan 3 Kolberên Kurd, belkî gelek caran astengî jî pêşya çuna xelkê nawçê de jî çêdikirin.