Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

piştî şandina balonên agir ji aliyê Hemasê Îsraîlê êrîşî li ser Xeze kir

13:46 - 16 Hezîran 2021

Piştî şandina balonên agir ji aliyê Hemasê bo ser deverên Îsraîlê, hêza esmaniya Îsraîlê êrîşî ser Xezeyê kir û dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Roja Çarşemî 26`ê Cozerdanê, hêza esmaniya Îsraîlê êrîşî li ser binkeyên leşkerî yên girûpa teroristî ya Hemasê di bajarê Xan Yûnisê de kir û Îsraîlê ragihandiye ku ew êrîş li berteka şandina balonên agir ên ji aliyê Hemasê ve hatiye kirin û li dema êrîşa esmaniya Îsraîlê  li ser xezê, dengê çendîn teqînên bi hêz hatine bihîstin.

Her du alî li ser agirbestek li meha derbasbûyê lihev kiribûn lê, piştî 11 rojan  ji wê agirbestê ew  bûyerên nû yekem pevçûnên li navbera Îsraîl û hemasê ye.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku balafirên me binkeyên Hemasê li bajarên “Xan Yûnis û Xezê” de kirine armanca êrîşên xwe.

Herwisa balonên agir li 20 cihên nêzî taxên Cihûyan bûne sedema agirpêketinê ku bi lezgînî hatine temirandin.

Heta niha ji xisarên canî û malî yên wê êrîşê ti nûçeyek nehatiye belavkirin.