
Wezîrê Karûbarê Derve yê rejîma Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, roja Înê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî bû: “Îranê 40 hezar “Kît”ên pêşketî yên nasîna Koronayê bi Alman, Tirkiye û hin welatên dinê re şandine”.
Piştî wê “Twitter”a Mihemed Cewazd Zerîf, Ajansa Nûçegihaniya “Anadol” a Tirkiyê belav kiribû, dîplomatên Tirkiyê, îdiaya Wezîrê Derve yê Îranê li derheq şandina 40 hezar “Kît”ên pêşketî yên nasîna Koronayê red kirine.
Her di vê derheqê de, 23`ê Banemerê, çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Almanê bi “Duyçêwêlê” (DW) ya ser bi Almanê re dabû zanîn ku: “Em agehdarê wê yekê nînin ku Îranê “Kît”ên nasîna Koronayê bo Almanê şandiye.”
Bi wî awayî îdiaya wî brpirsê rejîmê ji aliyê berpirsên hikûmeta Tirkiye û Almanê ve hatiye redkirin.