Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştîwaniya 2 endam Parlemanên ber Ewrûpa ji Hidayet Ebdullapûr

13:36 - 23 Gulan 2020

Di dirêjiya cehda siyasetvanên Ewrûpayî û rêkxistin û saziyên mafê Mirov li ser dosye ya Hidayet Ebdullapûr, 2 endam Parlemanên berê yên Parleman Ewrûpa di nameyekê de bo Balyozxana rejîma Îranê li welatê Birîtanya, daxwaza zelal kirina qedera Hidayet bûn.

Ewan herdûk Parlementarên berê ye Ewrûpa, yên bi navên Cûlî Ward û Cûd Kêrten, di nama xwe de bo Balyozxana Îranê li Lendenê de, nîgeraniya kure xwe li derheq çarenivîsa Hidayet Ebdullapûr û rewşa mafê mirov di Rojhilatê Kurdistanê dane xûya kirin.

Wan di nama xwe de bo Balyozê Îranê, ji bilî mesela nediyar bûna qedera Hidayet Ebdullapûr girtiyê siyasiye Kurd, amaje bi binpêkirina mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê û Kuştina Kolberên bêguneh û belengaz jî kiriye.

Wan di nameya xwe de daxwaza zaniyariya li ser dosyeya Hidayet kirine.

Wan endam Perlemanên berêye Ewrûpa di dawiya Nameya xwe de bo Balyozê Îranê li Lendenê, daxwaza hilweşandina hikmê sêdaredana Hidayet kirine.

Hidayet Ebdullapûrê hepsiyê siyasiye Kurd, ewa serê 2 Hefteyane ku ji Zndanê ve bo cihekî nediya hatiye weguhestin û rejîm amade nine çi zaniyariyekê li ser qedera wî bide malbata wî.