Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştîwaniya Peyamnêrên Bêsînor ji biryarnameya mafê mirov ya Ewropa dijî rejîma Îranê

20:43 - 13 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Saziya Peyamnêrên Bêsînor daxuyaniyek derkir û piştîwaniya xwe ji biryarnama mafên mirov ya Ewropa kir û daxwaza azadkirina 52 peyamnêrên zîndanî di Îranê de kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, li 3’ê Nîsan a 2014’an, Yeketiya Ewropa bo yekemîn car bi awayeke eşkere biryarnameyek derkir û daxwaza parastina mafê mirov ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve kiriye.

Yeketiya Ewropa di vê biryarnemê de cext li ser parastina mafê mirov li pêwendiyên rejîma Îranê û 28 welatên Ewropayî Kir û ew biryara bo alîkariya rejîma Îranê di hemû varan de xistine ber bas.

Alîkarî tevî saziyên cîhanî û encumena netweyên berewanî yên mafê mirov û herwisa Ehmed Şehîd, peyamnêrê taybet yê şivra mafê mirov a saziya NY û daxwazên din ên Yeketiya Ewropa di vê biryarbnemê de ye.

Kirîstof Dolwar Sekreterê yekem yê saziya Peyemnêrên Bêsînor serbarî piştîwaniya wê rêkxirawê ji vê biryarnamê ji aliyê Yeketiya Ewropa li dijî rejîma Îranê derbirî.

Saziya Peyemnêrên Bêsînor di vê daxuyaniyê de daxwaza azadkirina 52 peyamnêr û vêblagnivîs ên girtî di girtîgehên Îranê de ye, kiriye.

Herwisa rêkxirawa han nigeraniya xwe ji rewşa saxlemiya piraniya çalakvanên rojnamevan ên zîndankirî û têde amaje bi “Mihemedsidîq Kebûdwend” serokê saziya mafê mirov a Kurdistanê kiriye.