Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 5 hezar kes di Îraqê de hatiye kuştin

14:44 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Rêxistina NY bilav kir, di destpêka sala 2014’an ve pitir ji 5 hezar û 500 hemwelatiyên Îraqî bi sedema şer û pevçûnên vî welatî hatine kuştin û pitir ji 11 hezar kes jî birîndar bûne.

Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY), Dewleta Îslamî li Îraqê Şamê naskirî bi (DAÎŞ) bi sedema sereke a wan kuştiyane hesiband.

Di destpêka sala 2014’an ve heta 18’ê Tîrmehê de, teqîna bomb û pevçûnên navbera aliyanm ji sedemên kuştin û birîndabûna hemwelatiyan di Îraqê de hatiye ragehandin.

Di wan aloziyane de 11 hezar û 665 welatiyên Îraqî hatine birîndarkirin û bi baweriya NY, (DAÎŞ) sedema rêjeya çûna serê ya wan qorbaniyane ye.

Herwiha Rêxistina Netewên Yekbûyî bilav kir, di meha Hezîrana 2014’an de, 2400 kes di Îraqê de hatine kuştin ku 500 kes ji wan hemwelatiyên sivîl bûn e.

Herwiha rêjeya serhejmariya penaberan di Îraqê de zêde kiriye, li gor amara NY pitir ji 1 milyon û 200 hezar Îraqî di heyamê pitir ji mehekê de kopçber bûne.

Ewa di demekê de ye ku Herêma Kurdistana Îraqê di bakûrê vî welatî de, niha yek ji ewlehîtirîn pişka Îraqê û Rojhelata Navîn e û ewa jî bala cîhanê bo aliyê xwe rakişandiye.