Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji milyonek jin li bazara kar derketine

12:28 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Ji Payîza sala derbasbûyî ve heta dawiya demsala Payîza îsal, zêdetir ji  milyonek jin, di Îranê de ji bazara kar derketine û bi 100an hezar jin, bi hejmara jinên bêkar zêde bûne û ew rewşa kar a jinan, hêj girantir û dijwartir dibe.

Roja Yekşemî 10 Kanûna Paşîn “Navenda Amar” a rejîma Îranê ragihand: “ Pêka Demsala Payîza par, li bazara kar, îsal milyonek û 40 hezar kes ji hejmara jinên çalak, kêmtir bûye û 777 hezar jin bi hejmara jinên bêkar zêde bûye.

Piraniya ji ser kar derketina jinan, bi sedemên neçarî an bi zorê bûye ku di civaka niha a Îranê de rastî pirsgirêkên cuda yên malî, hundirî û malbatî hatine.

Herwisa navenda “Lêkolînên Meclîsa Rejîmê” berê di raporekê de dabû zanîn ku xwaziyarên kar bi sedema dilsarbûn ji peydakirina kar, ji bazara kar derketine.

karên bi giran û dijvar û kêm bûna heqdest di Îranê de heye û kedkarên jin di Îranê de di dijwartirîn rewşê de dijîn.