Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji yek hezar kes di kirîza wan dawiyane yê Îraqê de hatine kuştin

13:03 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Heta niha yek hezar kes di kirîza nû a Îraqê li deverên rojava ên vî welatî de, hatine kuştin.

Radyoya Ferda bi pişt girêdan bi serhejmariya rêxistina NY bilav kiriye, li destpêka pevçûnên Îraqê di meha Hezîrana 2014’an ve heta niha pitir ji yek hezar kes mirin e.

Li gor vê amarê di destpêka êrîşên DAÎŞ’ê ve heya niha herî kêm 1075 kes hatine kuştin.

Li gor raporan piraniya qurbaniyan hemwelatiyên sivîl ên Îraqê ne û sedan kesên din bi sedema wan pevçûnane hatine birîndar kirin.

Li gor dawîn serhejmariyên berewanî yên mafên mirovan ê Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY), paş ewê ku hêzên Arteşa Amrîkayê di Îraqê de derkevtin, heyva Hezîranê yek ji xwînavîtirîn mehên Îraqê bûye.

Kirîza nû a Îraqê di meha Hezîrana îsal de dest pêkiriye û parêzgeh û bajarên Mûsil, Diyale, Tirkît û Selahedîn girtiye û niha jî her dom dike.