Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîvaz bi tama tiryakê

11:44 - 30 Adar 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê li rêya hinardekirina pîvazê bo Îraqê, madeyên sirker yên wekî tiryak û yên din bo wî welatî dişîne.

Saziya Spaha Pasdaran a terorîst a Îranê, li rêya şandina pîvazê bo Îraqê tiryak û madeyên siker yên din jî bo wî welatî dişîne, û her di vê derheqê de jî, hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îraqê, bi lêkolîna Tiromibîlên barhilgir  yên ku di navbera Îran û Îraqê de, haûçûnê dikin, ev kiryara qirêj a rejîmê eşkerekirine.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îraqê barê pîvazê bare Tromibîlên barhilgir yên ku barên pîvazê bo Îraqê vediguhesin lêkolînkirne di encamê de jî, di nav barên pîvazan de madeyên sirker yên wekî tiryak  peydakirine.

Hikûmeta Îraqê Saziya Spaha pasdaran, wekî tawanbarê serekî yê vê kiryarê da zanîn.

Di çend rojên derbazbûyî de, Nirxa pîvazê bi awayekî berçav bilind bûiye, û niha di bazaran de, Kîloyek pîvaz bi 15 hezar Tûmenî tê firotin.

Li gumrikên di navbera Îranê û Îraqê de, hêzên ewlehiyê yên Îraqê, berdewam madeyên sirker yên ku, ji aliyê rejîma Îranê ve tên şandin, dide eşkerekirin, û her dsi vê derheqê de jî welatê Îraqê, Saziya Spaha pasdaran a terorîst bi tawanbarê serekî a vê kiryara civakî dide zanîn.