
Dr. “Îzzedîn Rostemiyan” ku pizîşkekî bispor yê bajarê Îlamê bû, bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.
Dr. “Îzzedîn Rostemiyan” bisporê nexweşiyên zarokan bû û digel xelkê kesekî rûgeş bû.
Herwisa li heftiya derbasbûyî jî, li bajarê Îlamê Dr. “Efsane Hesenwend” bi sedema pêketin bi vîrûsa Koronayê canê xw ji dest dabû.
Di niha de, piraniya nexweşxaneyên Kurdistan û Îranê digel pirsgirêkên micid wekî: “Nebûna hewcehiyên pizîşkî li nexweşxaneyan, ji karketina emrazan, mandîtiya jiastderketî ya kadrên dermanî û guhnedana berpirsan bi daxwazên kadrên dermanî” rû bi rû bûne û ew bûne gef li ser pizîşk û kadrên dermanî yên nexweşxaneyan ku bûne sedem heta niha li Kurdistanê çendîn pizîşk û kadrên dermanî bibin bi qurbaniyê vîrûsa Koronayê.