Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizîşkekî din ê Kurd bi sedema vîrosa Korona yê canê xwe ji dest da

14:21 - 14 Nîsan 2020

Pizîşkekî din ê Kurd xelkê bajarê Kirmaşan ê bi sedema tûşbûna bi vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest da.

Roja Dûşemî 13`ê Nîsan ê, Duktor “ Mêhrdad Newrozî ” duktorê pispor di beşa nexweşiya Şekirê, bi sedema vîrûsa Korona yê li bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

Li despêka hatina vîrûsa Korona yê bo Kurdistan ê ewa 3`mên kadrê dermaniye ku canê xwe ji dest dide.

Berê jî 2 kadrên  dermanî xelkê bajarên Seqiz û Bokan ê bi navên “ Reşîd Şêxaqayî û Mihemed Yarehmedî” bi sedema Korona yê ve canê xwe ji dest dan.

Di Îranê de bi sedema nebûna xizmetguzariyên pizîşkî û dabîn nekirina alavên pizîşkan ji aliyê berpirsên rejîmê ve , canê kadrên dermanî û pizîşkan zêdetir li hemû desekî din ber xeterê dey e.