
Dr.”Azad Necar” pizîşkekî Kurd û akinciyê welatê Swîdê ku dilekî destkirid çêkiriye di ceribandinan de jî serkevtî bûye.
Navbirî gotiye: “Min hin nesax didîtin ku ji dest nesaxiya dil aciz dibûn û azar dikêşandin û ew yek bû sedema hindê ku ez hizr li çêkirina wî dilê destkirid bikim”.
Ew dilê destkirid bo ceribankariyê di cesteyê birazayekê xwe de ceribandiyê û ti pirsgirêkek nebûye.
“Dr. Azad Necar” xelkê bajarê “Zaxo”ya ser bi Başûrê Kurdistanê ye û navbirî di zanîngeha “Mûsil”ê de rişteya pizîşkî dawî pêaniye.
Navbirî sala 1995an çûye bo welatê Swîdê û zêdetir ji 15 salan e di nexwşxaneyên wî welatî de kar dike.