Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizişkiya Yasayî ya Îranê bersiva Hesen Rûhanî da

12:01 - 18 Şibat 2020

Hesen Rûhanî Serkomarê rejîmê li Konfiranseke Televîzyonî de ku li ser amara Qurbaniyên Meha Xezelwerê got: ew amarên ku ji aliyê  bîhaniyan we têne ragihandin rast nînin, û herwisa got: amara rast di destê Pizişkiya Yasayî deye hekî bixwazin dikarin rabigehînin, destbicî Pizişkiya Yasayî bersiv da û îsbat kir ku Rûhanî direvan dike.

Serokê Saziya Pizişkiya Yasayî ragihand: Me amara kuştiyên Meha Xezelwerê daye Şêvra Tenahiya Welat, û wezîrê Navxweye Welat jî, Serokê Şêvra Tenahiya Welate, û wî deshilat heye û hekî hezke dikare Amara Qurbaniya rabigehîne.

Serokê Saziya Pizişkiya Yasayî herwisa ragihand: eşkerekirina amara bûyerên wê dawiyê, erkê Şêvra Tenahiya Welat û Wizareta Navxweye ku ev jî hevkar û parek ji deshilata birêweberiya welatin ku hewkar û li jêr deshilata Serkomar dane.

Bi wî avayî Pizişkiya Yasayî da xuyakirin ku Hesen Rûhanî tenê xwastiye berpirsayetiya wê cinayetê û direv di gel xelkê û weşartina rastiyan ji xelkê, ji ustê xwe derêxe û bihawêje ustiyê saziya Pizişkiya Yasayî.