Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizişkiyan: Rewş wekî rewşa şer xûya dike, lê berpirs bas nakin

11:26 - 24 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Pizişkiyan ragehandiye ku rewşa niha xirzbtir e ji serdema şerê Îran û Îraqê, lê berpirs xwe bêdeng dikin û naxwazin ku basê bikin.

Pizişkiyan cihgirê berpirsê meclisa rejîma Îranê, ragehand ku: Dibe Navenda Şerê Aborî bê pêkanîn. Yanî ew navend her biryarekê bide, dibe ku meclisa dewlet, Dezgeha Dadwerî, ragehandin, pêşnimêjên roja Înê, dibe peyrewiyê jê bikin, jiber ku em di nava şerekî aborî ê herî tund de ne, ku ji şerê di navbera Îran û Îraqê tundtir e, lê berpirs û siyasetvan naxwazin vê rastiyê bi xelkê ragehînin.

Wî derheq guherînkariyên di wezîr û wezaretan de jî got ku di pêkhateya niha ya me de, kesên herî bihêz jî bêne ser kar, bi hêsanî nikarin kêşeyan çareser bikin.

Wî got ku pirsa bêkariyê, pêwendiya wê bi Wezîrê Kar ve nîne, her çawa ku kêşeyên Pîşesaziyan pêwendiya wê bi Wezîrê Pîşesaziyê ve nîne.

Wî bas ji erdheja Bemê jî kir û got ku ez wê demê Wezîrê Silametiyê bûm, û kêşeya xelkê jî orjansî bû, lê min tu deshilatek tunebû. Min nedikarî heta du ambolansan jî bikirim, jiber ku dîwana hesabdariyê wê bigotiba ku te pere ji kuderê aniye. Lewra kêşe bi guherîna wezîran çareser nabe, belku pêkhateya me di warê zanistî de kêşe tê de heye.

Pizişkiyan di bersiva vê pirsê de ku gelo dibe çê bê kirin da ku rewş baştir be, ragehand ku dibe Navenda Şerê Aborî bê pêkanîn, yanî hemû li ser bingeha siyaseteke yekdest kar bikin.

Rewşa aborî em dibînin ku gihaye nuqteyekê, ku kesên herî payebilind jî di rejîmê de weha dengê nerazîbûna wan bilind bûye. Niha jî ku em nêzî roja 13`ê Xezelwerê dibin zêdetir ji her demekê rayedarên rejîmê nîgeran in, lê êdî dereng bûye, û wisa dixuye ku çi ji dest wan nahê, bona çareseriya vê rewşê, jiber ku di rastî de, wan bedela çareserkirina kêşeyên aborî, tenê bîr ji dizîna pere û tejîkirina berîkên xwe û parastina deshilata xwe, ew jî bi darê zorê kirine.

Wisa xûya dike ku tenê riya ku wan maye, ew e ku bi xelkê ragehînin ku piştî 13`ê Xezelwerê tu tiştek rû nade, da ku pêşiya nerazîbûna xelkê bigrin.