Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Platforma Zimanê Kurdî bangî Kurdan dike

17:18 - 19 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Platforma Zimanê Kurdî  derheq xwedî derketina gelê Kurd ji Zimanê xwe daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê Kurdî nasnama me ye, hebûna me ye, taca serê me ye! Dersa Bijarte, ango dersa zimanê Kurdî di hemû dibistanan de mafê dersxwenan e ku îro li pola 5 - 6 - 7 - 8 an de xwendina xwe berdewam dikin.

Ev maf divê bi hişmendî, berpirsyarî û werekbûn were hilbijartın. Dersxwenên Kurdan divê zimanê xwe weke nasnama xwe biparêzin, bi zimanê xwe di dibistanan de rûbirû bibin, şanaziyê bi zimanê xwe bikin, tam û dewlemendiya zimanê Kurdî fêr bibin. Dersa bijartê di dibistanên dewletê û dibistanên taybet de mafeke bingehîn e.

Divê Kurd xwedî li wî mafî derkevin. Daxwaznamê ji bona bijartina dersa Kurdî divê di navbera 19-22 Sibatê de li dibistanan were kirin.

Ji bona ku em karıbin di pêşerojê de doza perwerdê bi zimanê dayîkê bi girseyî bikin, divê dersa Kurdî bi baldarî were hilbijartin.

 Gava ku em dersa xwe ya bijarte bikin zimanê Kurdî, wê pêre jî hejmara mamosteyên Kurdî zêde bibe, pirtûkên dersên Kurdî werin çapkirin, ev jî dibe daneyeke girîng ji bona pêşeroja perwerde bi zimanê dayîkê.

Platforma Zîmanê Kurdî daxwaz dike ku dersa bijarte ne tenê li dıbistana navîn lê li Lyseum (Lîse) jî bibe dersa bijarte.

 Em weke Platforma Zimanê Kurdî dizanin ku dersa bijartê ne bes e, têr nake lê, em dersa bijarte dîsan weke mafekî erenî dinirxînin.

PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ