Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Poldaqe koşk

19:16 - 8 Çirriya paşîn 2019

Kerîm Perwîzî

Pîremêrekî Ereb pêlava xwe derxistibû, û bi hemû kerb û kîna xwe ve, li ser dev û çavên wêneyê Sedam dixist, li şeqameke sereke ya Bexdayê, û ew bûyer di hemû cîhanê de belav bû. Dema ku hêzên Amerîkayê bi tankan ve ketin nava qada Felestînê li Bexdayê, û bîstekê piştre peykerê mezin ê Sedam di nawerasta Bexdayê de herifandin, xelkê Îraqê hest dikirin ku êdî destê kesê li pêsîra wan de nîne, û ewê hewayeke azad hilmijin û jiyana wan ber bi azadî û vegeşiyanê ve diçe.

Vê yekê tirseke mezin li cem Komara Îslamî çê kiribû ku nedixwast Îraqa siberojê bibe mînakeke baş bo herêmê û xelkê Îranê jî timayiya wan here vê yekê û çavên wan jî li vê siberojê be, lewra hemû cure girûpeke tundajo çi Sunî û çi jî Şî`e tûj kirin û pişta wan girtin  da ku wan berdin canê Amerîkayê û Îraqê wêran bikin, û di nava şerê navxweyî de nuqim bikin.

Eva hikayet û destana 15 salên borî ya Îraqê bû ku Komara Îslamî hem di nava civaka Şî`e de mifaheke nebicî jê werdigirt û di nava girûpên cuda cuda de rêk dixistin û li dijî Amerîkî û Suniyan û heta li dijî yektir tûj dikirin, ji aliyekî din ve jî, destêwerdan di nava karê Kurdan û girûpên Sunî de dikirin. Bi van aloziyan dixwastin hem dijberiya Amerîkayê pê bikin û hem jî wisa li wan bikin ku berdewam çavên wan li destê Spaha Quds be, da ku bê, û wan organîze bike û di hilbijartinan de saxtekariyan ji wan re bike û piştre jî serokwezîrê dilxwazê Xamineyî ji wan re bê danîn. 

Ew koşka Komara Îslamî ku li Îraqê de ava kiribû hem civaka Îraqê pê kontrol dikir, û hem jî girûpên terorîstî tê de ava dikirin û li dijî welatên derdorê û Amerîka û Îsraîlê û hemû gelên herêmê xistibûn ger û hem jî aboriya Îraqê kirin stargehek bona derbazbûn ji dorpêçên cîhanî.

Bazar û bender û banka Îraqê kiriye rûkêşek bo hemû karên mafyayî û talan û gendeliyan û dewrlêdana cezayên cîhanî li ser Komara Îslamî ya Îranê. Heman hikayet bi awayekî din bi ser Lubnanê de jî aniye, û hem jî ajawe û hem jî gendeliyeke zêde ji qas di wir de pêk aniye û bandên mafyayî jî li wir bi ser qedera xelkê de zal kirine.

Dema ku tavê li dîwarên nazik ên vê koşka Komara Îslamî li Bexda û Beyrûtê dida, bi hezaran reng derdiketin û şewq dida, û Xamineyî jî bi vê yekê kêfxweş dibû ku erdnîgariya berxwedanê ji Tehranê ve heya Beyrût û Dîmeşqê belav kiriye!

Lê nedizanî ku hekî koşk li ser xîm û binêşeya ba bihê avakirin û dîwarên wê ji poldaqan hatibe avakirin, ew koşka wekî poldaqê bi derziyekê diteqe û bayê xîmê wê dibe reşebayek ku ji bo herifandina Wilayeta Feqîh radibe.

Niha êdî xelk li ser kolanên Bexdayê bi pêlavan li ser dev û çavên wêneyekê dixin ku vê carê ew wêne, wêneyê Sedam nine, belku wêneyê xamineyî ye ku dikeve ber pêlavan.