Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Holendê gotiye ku cehda terora Sadiq Zerza , terorekî siyasiye

12:17 - 23 Hezîran 2020

Hesen Mecîdî berpirsê Kumîta PDKÎ li welatê Holendê li derbarê pirsa terora kak Sadiq Zerza çend zaniyarên dawî bo Bernama Rojev re baskirin.

Hesen Mecîdî got: Polîsê Holendê di lêkolînên destpêkiye xwede li ser wê terorê gotiye Malbat û Partî û wekîlê Sadiq ku ew terorekî siyasiye û kesê terorîst jî ku niha hatiye destbiserkirin û di bin lêkolînê de ye, ê`itiraf kiriye ku mesele terora siyasiya Zerza bûye.

Hesen Mecîdî berpirsê Kumîta PDKÎ li Holendê, li ser rewşa tendirustiya Kak Sadiq bo Bernama Rojev got: Bi keyfxweşî ve, piştî derbaskirina çend qonaxên emelyatên pizişkî û 24 demjimêran mana di bin rewşa dijvare pizişkî de, niha gelek başe û tu nîgeraniyk li ser tedirustiya kak Sadiq nemaye û tenê birînên wî têne derman kirin heya vegere ser saxlemiya xwe ya caran.

Roja 19 ê Hezîranê Dr. Sadiq Zerza endamê berê yê rêberiya Hizba Demokrat û xaziyê Dr. Qasimlo, li welatê Holendê kevte ber êrîşekî terorîstî, û gelek bi giranî birîndar bû.