Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Komara Azerbaycanê kamiyonek Îranê ya hilgirê madên hişber peyda kiriye

10:52 - 14 Çirriya paşîn 2021

Serokê Komîsiyona Gumrika Netewî ya Komara Azerbaycanê, Serheng “Sefer Mehdiyov” daye zanîn ku wan dest bi ser kamoyoneke madên hişber a Îranê li gumrika Azerbaycanê de girtiye.

Serokê Komîsiyona Gumrika Netewî ya Komara Azerbaycanê, Serheng “Sefer Mehdiyov” di peyameke “Twîtter”î de ragihandiye ku kamiyoneke Îranê ku hilgirê zêdetir ji 600 kîlo Hêroyîn bûye li gumrîkê de peyda kirine û dest bi ser madên hişber de girtine.

Pêka gotina Serheng “Sefer Mehdiyov” ew barê Hêroyînê li nava kamiyoneke hilgirê mêwîj hatibû veşartin û ew hêroyîn ji Îranê bo welatê Moldaviyayê dihate şandin.

Eve çendemîn car e ku Heroyîn ji Îranê û bi rêya kamiyonên Îranê ve bo welatên Ukrayn, Rûsiye û welatên rojhilatê Ewropayê têne şandin û her carê bi 100an kîlo ji wan madên hişber di gumrikên Komara Azerbaycanê de têne peydakirin.

Ev yeka ji rêya Spaha Pasdaran ve tê kirin û rêkevta 26`ê Xezelwera 1390`an a Rojî, rojnameya “Times” di raporek xwe de nivîsîbû: “Salane Spaha Pasdaran bi qaçaxiya madên hişber milyard Dolrad qazanc dike. Qaçaxa madên hişber bi tevahî di bin destê Spaha Pasdaran de ye”.