Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Norwêjê: “Dîplomatekî Îranî di hewleke terorîstî de rol hebûye”

11:28 - 13 Çirriya paşîn 2021

Polîsê Norwêjê, dîplomatê berê yê rejîma Îranê li balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê Osloyê bi hebûna rol di hewla terorkirina “William Nygaard” de bi tawanbar zanî.

Roja Înê 12 Çiriya Paşîn, Polîsê Norwêjê ragihandiye: “Dîplomatê payebilind ê berê yê balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê “Oslo”ya Norwêjê digel keseke Lubnanî li sala 1993an, hewla kuştina “William Nygaard” dane”.

Eva jî di halekê de ye ku piştî derbasbûna 28 salan, bi derkevtina belgeyan hate xuyakirin ku dîsan berpirsên payebilind ên rejîma Îranê di hewleke terorîstî de dest hebûye.

Ew hewla terorîstî sala 1993an li welatê Norwêjê hate kirin, û mebesta wan terorkirina berpirsê çapemeniya “Aschehoug”ê “William Nygaard” bû, lê navbirî ji wê hewla terorîstî rizgar bû.

Navbirî sala 1988an pirtûka “Nîşaneyên Şeytanî” (The Satanic Verses) a nivîserê Birîtanî-Hindî “Selman Ruşdî” çap û belav kiribû.

Çap û belavkirina wê pirtûkê ji aliyê çendîn welatîn Îslamî ve hate şermezarkirin, lê rêberê berê yê rejîma Îranê “Xumeynî” fitwaya kuştina Selman Ruşdî dabû û “Elî Xamineyî” jî ew fitwaya “Xumeynî” bi negor da zanîn.

Heya niha rejîma Îranê li derheq gotina Polîsê Norwêjê ti bertekek nîşan nedaye û di sala 1933an de jî gotibû ku ew dîplomatê Îranê 3 rojan berî wê bûyerê li bajarê Osloyê derketiye.