Ragihandinên welatê Swêdê ragihandine ku kesekî Îran yê bi navê “Peyam Kiya” bi tawana sîxurîkirin û hevkarîkirin digel îtila`ata rejîma Îranê ji aliyê Polîsê Swêdê ve hatiye binçavkirin.
“Peyam kiya” ê 34 salî, di beşa beşa Polîsê Sweêdê û hêzên leşkeriyên wî welatî de kar dikir û piştre li beşa xawinînan de mijûlê kar bûye.
Heta niha ti zaniyariyek li ser çawatiya hevkarîkirina navbirî digel hêzên ewlehî nehatiye belavkirin.
Herwisa gotinî ye ku birayê “Peyam Kiya” ê bi navê “Peyman Kiya” di beşa birêveberiya Polîsê Ewlehiya Swêdê (SPO) kar dikir û berê wekî şirovekar hevkarî digel organekî leşkerî yê wî welatî dikir û bi tawana sîxurî bo rejîma Îranê di navbera salên 2011-2015 de, heyamek berî niha hate binçavkirin.