Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Taylendê bi sedema sîxurên Îranê amadebaşî ragihand

13:19 - 7 Hezîran 2022

Sîxurên Îranê ku ewlehiya Taylendê kirine armanc, bûn bi sedem ku Hêza Polîsê wî welatî bona dabînkirina ewlehiya xelkê, xwe destûra amadebaşiyê rabigihîne.

Îdareya Polîsê Taylendê ji polîsên wî welatê re destûr daye ku, Îraniyên di wî welatî de yên cihê şik û gumanê ne bixin bin çavedêriyê de, da ku bikarin sîxuran peyda bikin, ew destûra îdareya polîsê Taylendê di halekê de ye ku, sala derbasbûyî polîsê Endonêziyayê, sîxurekî rejîma Îranê yê bi navê “Qasim Sabirî Gîlçalan” ku pasaporta sexte ya Bulxaristanê hebûye binçav kiribû.

Wî sixurî Îranê îtiraf kiribû ku zêdetir ji 10 caran bi pasaportên sexte serdana Endonîziyayê kiriye û polîsê Endonîziyayê di dema binçavkirina wî de, 320 hezar Bat pereyê Taylendî digel wî de girtiye.

Rejîma Îranê di sala 1390`î de rêzbendek pîlanên bombe n li dijî dîplomatên Îsraîlê li welatên cuda yên weke, Hindustan, Gurcistan û Taylendê darêtibû ku, li Taylendê bombe bi terorîstan ve teqiyabû û yek ji wan bi dijwarî birîndar bûbû 3ê terorîstên din yên Îranê yên bi navên “Seîd Muradî, Mihemed Xezayî û Mesûd Sedaqetzade” jî hatibûne binçavkirin.

Hêza Polîsê Taylendê bona dubarenebûna wan pîlanên terorîstî, destûra çavedêrîkirin li ser Îraniyan di wî welatî de daye.