Li bajarê “Qaimşehr” ê ser bi parêzgeha Mazenderanê, hêzên polîs bi cihê bêhişkirina pilingekî, wî bi gulleyên şer dikujin.
Bi nav parêzerên jingehê yên ser bi rejîma Îranê, bi sedema girîngînedan û şarezanebûn ji karê xwe nekarîne pilenkî li bajarê “Qaim Şehr”a parêzgeha Mazenderanê biparêzin û polîsê wî bajarî bi zanebûn û bi gulleyên şer ew piling kuştine û ev yeka di nav torên civakî de bertekê tund li pey xwe aniye.
Piling yek ji wan ajelan e ku nifşa wê li parzemîna Asiyayê ji nav diçe û kuştina wan xisarek mezin bo jîngehê ye.