
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî Daxwaz ji welatên Ewropayî kir, da ku ji lihevkirina Bercamê ya digel rejîma Îranê vekişin.
Li gorî raportên belavbûyî, roja Pênçşemî 25`ê Rêbendanê (14`ê Şibatê), “Mik Pompeo”, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî di civîna Warşoyê de, ji welatiyên endam yên di Yekîtiya Ewropayê de daxwaz kir da ku, lihevkirina bi navê Bercamê, ya di gel rejîma Îranê dev jê berdin.
Wî berpirsê Amerîkayî, di kongireya Warşo ya ku, derbarê rewşa Rojhilata Navîn û li dijî rejîma Îranê hatiye lidarxistin, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî “Mike Pompeo” ragehand ku, Îran sedema tevilîheviya Rojhilata Navîn û nearamiya wê deverê ye.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî “Mike Pompeo” da zanîn ku, her yek ji Îranê, Hizbullah, Husiyên Yemenê û Hamas sedema têkbirina rewşa ewlehiya Rojhilata Navîn in û herwisa gefin li ser aştî û aramiya wê deverê.
Herwiha Pompeo daxwaz ji welatên endam yên di Yekîtiya Ewropayê de, kir da ku, ji “lihevkirina Bercamê”, ya digel rejîma Îranê vekişin.