
Kurdistanmedia: bi hegera rêkeftina seqet a rêjîma Îranê, midehê dorpêçên rêxirava UN di midehê salekê de yê bi ser here û ev dibe sedem ku destê Îranê di çalakiyên Serbazî de webe.
“ Mayk Pompêo”, wezîrê karobarê dereweyê welatê Amerîkayê, di twîtekê li rûpera twiteriya xwede nivîsiye:” bi hegera rêkeftina seqet a Îranê, dorpêçên rêxirava UN ser çek û teqemeniyan, di midehê salekê de bi ser here”.
Her wisa welatên mîna Rûsiye û Çîn, destê wan bo firotina çekên pêşketî bi Îranê, wedibe.
Pompêo her wisa nivîsiye:” hekî hûn bi dû wê mijarê bikevin û nigeranê kiryarên Îranê bin, hizra hindê bikin ku Îran di dema hebûna mûşekên pêşketî, balafirên bê firokewan, tang û balafiran de, yê çi bike”.
Navbirî herwisa gotiye ku Şêvra Ewlehiyê dibe midehê wan dorpêçan dirêjtir bike.