Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pompeo: Me li gel Mesrûr Barzanî li hev kir

11:43 - 16 Şibat 2020

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ew li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêkevtine li ser hevkariya nêzîk û berdewam.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di yekem roja Konferansa Asayişê ya Munîxê li Almaniya, ji bilî hejmareke serkirde û berpirsên welatan, civînek li gel Maîke Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî encam da ku Pompeo wê civînê weke berhemdar binav dike.

Derbarê wê civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Maîk Pompeo di twîtekê de amaje bi vê yekê kir ku spasiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kirine li beramber hevbeşiya neguherî û pabendbûna bo piştrastbûna asayişa binkeyên serbazî yên Amerîkayê û Amerîkiyan li Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Ameîrkayê hevdem nivisiye, li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêkevtine li ser pêkvekarkirina nêzîk û berdewam.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî derbarê wê civînê de ragihand ku Pompeo pabendbûna berdewam a Washingtonê bo Îraqeke bihêz, serwer û xweşguzar dûpat kiriye û tekez kiriye ku pêwîst e hikûmeta Iraqê çaksaziyan encam bide bo ku bersiva nîgeraniyên rewa yên xwepêşanderan bide û jiyaneke şikomend û xweşguzar û aram bo hemû Îraqiyan dabîn bike.