
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, îşare bi siyasetên terorîstî yên rejîma Îranê kir û got, ev rejîma tu hewlekê bo kêmkirina êş û azarên xelkê herêmê nade.
Roja Çarşemî 7`ê Sermawezê, “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, li ser rûpela “twitta” xwe nivîsîbû ku, Melayên Îranê netenê ku tu buhayekê nadin bi xelkê Îranê, belkû derheq kêmkirina êş û azarên xelkê herêmê de jî tu pêngavî hilnagirin.
Her di vê pêwendiyê de jî, “Jim Mattis” Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, bi îşarekirina bi rola Îranê di kiryarên terorîstî di Rojhilata Navîn de, derkirina biryarnameya derheq, “dawî anîna bi piştevanîkirina leşkerî ji Erebistanê derheq şerê Yemenê de”, şaştiyeke mezin da zanîn.
“Pompeo” jî, derheq vê biryarnameyê de di civîna rojnamevanî ya di Senaya Amerîakyê de da xuyakirin ku: Pesendkirina biryarnameyeke wiha û di demeke wiha de, derbê ji hewlên berdewam yên Amerîkayê yên derheq aştiyê dide, û dibe sebeba tûjkirina milîşên Husî û Îranê, û herwisa lihevkirineke wiha siqet, amadebûna girûpê bi awayê giştî di welatê Swedê de metirsîdar dike.
Qerar wisaye ku, aliyên şer yên di Yemenê de, di heyama meha bê de, di “Swed”ê
de derheq agirbesa Yemenê de bicivin.