Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Pompeo”: Rewşa aboriya Îranê encama siyaseta rayedarên rejîma Îranê ye

12:21 - 30 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: “Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê ragehand ku rewşa xirab ya aboriya rejîma Îranê encama siyaseta şaş û dizî û gendeliya berpirsên vê rejîmê û birina vî pereyî bo Sûriyê ye.

“Pompeo” roja Duşemiyê di “twitt”ekê de nivîsand ku: “Sindûqa navneteweyî ya pere daketina  %3.6 ya aboriya Îranê bo sala bê pêşbînî dike”.

Wî zêde kir: “Dema ku deshilatek mal û heyiya xelkê xwe bidize, û bide Beşar Esed, bedela pêkanîna derfeta kar bo xelkê xwe, wê demê ew bûyera wê rû bide. Ew aboriyê wêran dikin”.

Rejîma Îranê piştevanê herî serek ê Beşar Esed di Sûriyê de ye ku bona piştevaniya ji vê sîstemê serbarê piştevaniya siyasî û aborî, dehan hezar milîşên leşkerî şandiye Sûriyê.

Ew “twitt” a “Pompeo” çend rojan pêş nêzîkbûna bi dema sepandina dewra duyem ya tehrîman e.

Welatên Ewropî û Çîn û Rûsiye dixwazin ku “Bercam” bimîne, lê wisa dixuye ku ew nikarin xwe li hemberî tehrîmên Amerîkayê de rabigrin. Di mehên borî de me dît ku gellek ji kompaniyên Ewropî û heta Asyayî ku piştî “Bercam”ê girêbest digel Îranê îmza kiribûn, ji bazara wî welatî derketin.

Vê rewşê aboriya Îranê xistiye tengaviyê de. Şikestxwarina gellek ji navendên aborî serbarê mifahên şaş ên malî, bûye sedema zêdebûna nerazîbûnan di Îranê de, bi taybetî nerazîbûnên pîşeyî.