Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Almanyayê jî bertek li hemberî Rûhanî de nîşan dan

13:24 - 27 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di hemberî axavtinên Rûhanî de, vê carê Almanya û Amerîkayê jî bêdengî şikandin, û bertekên tund ji xwe nîşan dan.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe de, derheq axavtinên Rûhanî ên li dijî Îsraîlê ragehand:

 “Ew axavtin, wekî bangewaza bo şer, dikare agirê şer geş bike. Rûhanî di dema konferansa Yekîtiya Îslamî de dibêje ku li dijî Amerîkayê yek bigrin. Ew gotin gellekî metirsîdar in û berpirsane nînin, û dibin sedema zêdetir îzolebûna Îranê”.

Wî herweha got: “Hikûmeta Îranê ku gellek caran daxwaza mirina bi milyonan ji xelkê Misilman dike,  eva dostê Amerîka yan Îsraîlê nîne. Xelkê Îranê vê yekê bi başî dizanin, û digel dewleta xwe hevhizir nînin, dewletek ku di doma 39 salan de, rûçikek gellek kirêt ji xelkê Îranê nîanî cîhanê daye”.

Nûçegihaniya dewleta Almanyayê ragehand ku berdevkê dewleta Almanyayê ragehandiye ku ew gotinên Rûhanî li dijî Îsraîlê û tunekirina vî welatî qebûl nakin.

Serokweîzrê Îsraîlê û serokê hikûmeta Utrîşê jî di hemberî axavtinên Rûhanî di konferansa yekîtiya Îslamî de dijkiryareke tund ji xwe nîşan dabûn.

Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê ragehandibû ku ew bixwe baş dizanin ku di hemberî hikûmeta xirabkar û têkder ya Îranê de çawa xwe biparêzin.

Wî gotibû ku ew axavtina Rûhanî cardin îsbat dike, ku çima neteweyên cîhanê dibe di pirsa dorpêçên li dijî rejîma Îranê de, bibin yek, jiber ku gefên rejîma Îranê metirsî ne li ser wan jî.

Rûhanî di merasima vekirina konferansa yekîtiya seranên Îslamî de ragehandibû ku yek ji şûnwarên biyom ên şerê duyem ê cîhanî “xudeya seretanî” ye.

Hevdem “Sebastian Kurz” serokê hikûmeta Utrîşê jî di rûpela xwe ya “twitter”ê de, di hemberî van axavtinên Rûhanî de dijkiryar ji xwe nîşan dabû.

 “Sebastian Kurz” nivîsandibû ku welatê wî berpirsayetiyekî dîrokî heye di warê, xebata li dijî dijayetîkirina Yehûdiyan. Lewra emniyeta Îsraîlê cihê gotûbêjê nîne, û em pişta Îsraîlê digrin.