Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Poşmankirina xelkê ji wergirtina Yaranê ji aliyê rejîm dest pêkir

21:30 - 12 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Seba destkurtî belengaziya hemwelatiyan, piraniya xelkê Kurdistanê xwazyar wergirtina perê Yaranê ne, lê rejîma Îranê ji rêyên cûr ba cûr kospan bo navnivîsîna hemwelatiyan dirust dike.

Li gor rapora Kurdistanemdia, hejmareke zaf ji hemwelatiyên Kurd li bajarê Seqiz û derdora wî, seba kêm dahatî û bêkarî û belengazî bi naçarî bo wergirtina diravê yaranê ku navnivîsî ji roja 9’ê Nîsan a 2014’an dest pêkiriye, li kafînêt û cihên xedematî de amade bûn û ewa jî astengiyan bo hevwelatiyan di vî bajarî de çêkirin e.

Welatiyeke hayîdar bi Kurdistanemdia ragihand: Li kafînêtan û cihên xedematî yên taybet bi înternetê, hemwelatî seba xirabiya înternet û suret kêmbûna înternetê bi direngî dikarin navnivîsî bo wergrtina diravê yaranê bikin û hinek caran wisa lêtê ku her du demijmêr yek kes dikare navnivîsî bike.

Bi gotina hemwelatiyê han: Rejîm bi hinceta poşmankirina xelkê ji wergirtina diravê Yaranê, sureta înternetê aniyê xwarê û herwisa ew malpera ku navnivîsî têde tê tomar kirin, estem kiriye û xelk bi zehmetî navnivîsî bike.

Rejîm ji wan rêyane ve hewl dide ew kesên ku dixwazin yaranê wergirin kêm bike û wisa nîşan bide ku xelkê pêşazî ji daxwaza rejîm kirine û ji wergirtina diravê Yaranê û poşman bûne.

Rejîm ji rêyên cûr hewl dide ku xelk diravê Yaranê wernegirin.