Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Prof. Dr. Qedrî Yildirim dostê kevnar yê şehîd Dr. Qasimlo û PDKÎ koça dawî kir

13:32 - 27 Adar 2021

Parlemanterê berê yê HDPê, nivîser û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim, roja Înê 26ê Adarê, li yek ji nexweşxanên Amedê koça dawî kir.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim, dostekî dêrîn yê PDKÎ û rêberê nemir şehîd Dr. Qasimlo bû.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim di 5`ê Şibata 1959`an de li devera Lîce ya ser bi bajarê Amedê ji dayîk bûye.

Xwdîjêrazî li zanîngeha Heranê ya li Rihayê, fakulteya îlahiyatnasiyê xwendibû.

Xwedêjêrazî li zanîngeha Dîcleyê ya li Diyarbekirê li fakulteya îlahiyatnasiyê mamostayetî kiribû. Herwisa wî li zanîngeha Artuklo ya li Mêrdînê, wek cihgirê birêveber xebitîbû. Di heman zanîngehê de birêveberiya enstîtûya ziman û çanda Kurdî kiribû.

Xwedîjêrazî di sala 2010`an de li zanîngeha Dîcleyê bû bi profesor.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim zimanên Kurdî, Erebî û Farisî dizanî û 14 pirtûkên wî û gelek gotarên wî yên akademîk hene.

Ew di sala 2015`an de jî, bibû Parlemanterê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawî ya Prof. Dr. Qedrî Yildirim, sersaxiyê dibêje civatgeha akademîk a Kurdî, xizim û kesûkarên Xwedîjêrazî, û xwe hevparê xema wan dizane.