Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Prof. Knyaz Ibrahim Mirzoyev” dostê nêzîkê PDKÎ koça dawiyê kir

11:21 - 9 Tebax 2021

“Prof. Knyaz Ibrahim Mirzoyev”, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê û dostê nêzîk yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Qazaxistanê koça dawiyê kir.

“Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev” roja Yekşemî 8ê Tebaxa 2021an, li bajarê Almata yê ser bi welatê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

Xwedîjêrazî heyama 20 rojan dibû ku bi vîrûsa Koronayê ketibû û piştî ku rewşa wî ya tendirustiyê xirab bibû, roja Yekşemê li nexeşxaneya Almatayê ya Qazaxistanê koça dawî kir.

Biryar e termê “Prof. Kinyazê Îbrahîm” du yan sê rojên din li Almatayê bi axê were spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq koça dawî ya “Prof. Kinyazê Îbrahîm” hevxemiya xwe nîşanê malbta Xwedîjêrazî dide û sersaxiyê dibêje gelê Kurd, malbat û xizmûkesên Xwedîjêrazî û xwe şerîkê xemên wan dizane.