
Rêya Fîrûzabad-El-eşter ku bi rêya mirinê tê nasîn, çendîn sal e ku canê welatiyan dike qurbanî û rejîma Îranê ti pêngavek bo bi dawîanîn wê projeyê hil nagire.
Projeya rêya Fîrûzabad-El-eşter ku bo çareserkirina ewlehiya hatûçûnê li sala 1390an de dest pê kiribû, bi tevahî sekiniye, ew rêya ku bajarê Fîrûzabad û gundên ser bi wî bajarî bi bajarê El-eşter û gundên devera navendî re girê dide û çendîn sal e ku çêkirina rê di wan deveran de bi awayekî baş nebûye û wekî rêya di navbera gundan de hatiye çêkirin, lê hatûçûya çendîn deveran û bajarê Fîrûzabad û El-eşterê li ser wê rêyê ye.
Beşeke zêde ji rêyên Rojhilatê Kurdistanê bo hatûçûnê metirsîdar in, lê rejîma Îranê ti bernameyek bo çêkirina wan pirsgirêkê nîne û ger projeyek jî bê erêkirin, bûdceya hewce bo nayê dabînkirin, gendelîya berpirsan û girîngînedana wan bo canê xelkê, bûne sedem ku rojane welatî canê xwe di wan rêyan de ji dest bidin.