Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Projeya rêya Xoy-Kotol zêdetir ji 30 salan e ku hêj bi dawî nehatiye

13:35 - 20 Tebax 2020

Projeya rêya Xoy-Kotol ku rêyekî tranzîtî ye, zêdetir ji 30 salan e ku bi sedema dizî û gendeliya berpirsan hêj bi dawî nehatiye û her salê sozên tewawkirina wê projê, ji aliyê berpirsên rejîmê ve têne dan.

Projeya rêya Xoy-Kotol ku projeyekî di navbera Îran û Tirkiyê de ye, zêdetir ji 30 salan e ku hêj bi dawî nehatiye, ew rêye ji milê Tirkiyê ve bi qasî 70 kîkomertan e, ku ew proje bi salane bi dawî hatiye, lê ji milê Îranê ve hêj ew proje bi sedema dizî û gendeliya berpirsan bi dawî nehatiye, ku rêyekî herî girîng e, û berpirsên rejîmê her sal soza tewawkirina wê projê didin, lê ew sozên wan tenê li ser kaze ne û bi kiriyar ti tiştek xuya nîne.

Di wan çend salan de, çendîn şirketan ew proje bir rê ve birine û lê dest ji kar kêşandine û kar bi nivetewawî hiştine.