Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Projeya talara çandî ya bajarê Sinê piştî 18 salan bi dawî nehatiye

12:07 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2021

Projeya talara navendî ya bajarê Sineyê di sala 1382an a Rojî de dest pêkir, lê piştî 18 salan hêj bi tenê qewareya wê hatiye çêkirin û bi nîveyî maye.

Talara navendî ya bajarê Sineyê li sala 1338an wekî talara çandî mifah jê werdigirtin, lê di sala 1382an de hatibû hilweşandin ku bi îdiaya berpirsên parêzgehê mezintir û berfirehtir ava bikin, lê ew proje 18 sal e ku her bi niveyî maye û ne berpirsên parêzgehê pêdegirî li ser avakirina wê dikin û ne rejîma Îranê bûdceya avakirinê wê dabîn dike.

Ew projeye bi berpanatiya 14 hezar û 500 metra 2cî hatiye avakirin ku biryar bû 5 qat hebin û 2 salonê cuda ên sînema, tiyatro û mûzîkê têde hebin.

Parêzgarê Sinê “Behmen Muradniya” di Havîna sala derbasbûyî de soza bi dawîanîna wê projê dabû ku di çend mehan de bê encamdan ku nehate cîbicîkirin.

Herwisa di vê derheqê de, Serokê Giştî yê Çand û Îrşada Îslam li parêzgeha Sinê, “Ubeydullah Rostemî” got: “Projeya talara navendî ya Sinê niha ji %68 hatiye cîbicîkirin û bona bi dawîhatina wê projê hewcehî bi 118 milyard Tumenî heye”.

Rejîma Îranê tevî dijayetîkirin digel çanda xelkê Rojhilatê Kurdistanê, derfetên heyî jî, ji nav dibe.