
bona tewawkirina projeyên nûjenkirina pirên parêzgeha Luristanê hewcehî bi zêdetir ji 50 milyard tumenî heye ku li sala 1398an de bi sedema lehiyê ji naw çûbûn an parek ji wan tûşî hirifînê hatibûn.
Roja Çarşemî 9ê Kanûna Pêşîn, Serokê Giştî yê “Rê û Veguhastin” yê rêyên parêzgeha Lurdistanê, “Ebas Şerefî” ragihand: “Bi sedema lehiyên sala 1398an zêdetir ji 400 pirên bîçûk û mezin rastî xisar û hirîfîna bi tewawî hatibûn”, herwisa da zaninê ku bona tewawkirina projeyan û nûjenkirin û çêkirina pirên xisardîtî, me hewceyî bi zêdetir ji 50 milyar tumenî heye.
Herwisa navbirî ragihand ku hivîdar e dewlet wê bûdceyê bo wan projeyan dabîn bike.
Ji sala 1398an ve heta niha, pêka gotinên wî berpirsê rejîmê, bi tenê 104 proje bi dawî hatine ku renge wekî berê yasayên pirsazî û zanistî berçav negirtibin û careke din bi sedema labûna lehiyê bihirifin.
Parêzgehên Kurdistanê bi sedema bilindahiyan û geliyên kûr hewcehî bi pirên zêde hene û hekî ew pir biherifin veguhastin û jiyana xelkê tûşî pirsgirêkan dibe, her niha bi sedema neşiayan û berçavnegirtina zanîstî ya hewceyî bi pir û bendavên avê, bi 10an parêzgehên Îranê li naw ava lehiyan de mane.