
Li devera “Soma û Biradost” a bajarê Urmiyê, Rê bi tewawî nayêne çêkirinê û qîrtava wan çendîn sale ku nehatine nûjenkirinê.
Çendîn sale ku Rê li devera Soma û Biradosta ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve hatine piştguhavêtinê, kendal û korên nav Rê, nebûna tabloyên rênîşander bo ajotvanan û her wisa zanistînebûna avakirina Piran li ser çeman li devera Soma û Biradost û herwisa tewawnebûn û rawestana projeya rêya Îşkeso-Çere ku Rêya serekî ya çendîn deveran e pirsgirêkên micid yê devera Soma û Biradost in.
çendîn salan berî niha rejîma Îranê biryar dabû ku Rêyên “Çere- Memekan, Rêya berdiyan, Rêya gundê Sînava” nûjen bikin lê heya niha ti jêrsaziyek an nûjenkirinek nehatiye kirinê.
Tevê Rêyên devera Soma û Biradost, bilî Rêya “Çere-Sêro” ti xetkêşiyek li ser Rêyên wan tinînin û bi 100an caran bi sedema nebûna wê xetkêşiyê, maşînên welatiyan ji Rê derketine û bûyerên nexweş li pey hatine.
Herwisa rejîma Îranê piştî 11 salan ji biryara çêkirina Rêya “Evdî Beg û Kanîsipî”yê hindek karên destpêkî yê jêrsaziya wê Rêyê kirine û ya din xuya nîne ka heta çand salên dinê xelk dê benda tewawbûna wê projeyê be.