
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi hilkefta koça dawî ya “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ peyama hevxemiyê bo Hizbê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Bo Berpîrsê Gîştî yê PDKÎ kak Mîstefa Hîcrî
Hevalê tekoşer
Em bi koça dawiya hevsengerê we, Endamê Heyeta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya Partiya we Luqman Mêhfer gelek xemgîm in.
Kak Loqman, rêvîngê rebaza Pêşawa, Qasîmlo û Şerefkendî, Pêşmerge û kadroyê tekoşer, gernas û rojên teng bû.
Koça dawiya dostê min û Partiya min kak Luqman xeserake mezin e hem bo bizava rizgarîxwaziya Kurdistana Rojhilat û hem jî partiya we a tekoşer.
Ez bi navê hemû endam û alîgîrên Partiya xwe serxweşiya xwe pêşkeşê we, û bi rêka we re jî pêşkeşê malbat û hevsenger û hemû hezkiriyên kak Luqman dikim.
Xema we xema me ye.
Em piştrast in, hevsengerên kak Luqman, tekoşerên HDKÎ û peşmergeyên Rasanê nahêlin alayê xebata Luqman bikeve erdê.
Riha wî şad, rêbaza wî berdewam be.
Mesûd Tek
Serokê Giştî yê PSKê