Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PSKê di Amedê de roja şehîdên Kurdistanê bilind nirxand

12:16 - 1 Nîsan 2021

Bi hilkefta 74 saliya şehîdkirina Serkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên, wî 31`ê Adara 2021`an PSK şaxa Amedê merasimek lidar xist.

Merasim bi sirûda netewî ya “Ey Reqib” û xulek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Merasima bîranîna Şehîdên Kurdistanê bi beşdariya nûnerên rêxistin û partiyan û gelek welatparêzan bi rê ve çû.

Di destpêka merasimê de serokê PSKê Şaxa Amedê “Vedat Dede” xerhatina mêvanan kir û ragihand: “Îro 74 saliya şehîdkirina Serkomarê Kurdistanê “Qazî Mihemed” û hevalên wî ye. Em wek PSKê jî, roja şehîdbûna Qazî Mihemed û hevalên wî 31ê Adarê, wek roja Şehîdên Kurdistanê dipejirînin û bibîr tînin.

Piştre “Ahmed Kanî” derheq pêvajoya Komara Kurdistanê û şehîdkirina Qazî Mihemed gotarek pêkêşê amdebûyan kir.

Navbirî got: “Ji 30`ê Adara 1947`an, heta roja me ya îro, 30`ê Adarê wek roja Şehîdên Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê partî û saziyên Kurdan ve, di vê rojê de şehîdên Kurdistanê tên bibîranîn. Pêşewa Qazî Mihemed, bi şev û rojan bê rawestan bo bidestxistina mafê Kurdan dixebitî”.

Navbirî di berdewamiyê de basa birêvebirina Komara Kurdistanê û Qaî Mihemed kir.

Di vê merasimê de “Rozerin Fidan” jî, derheq jîyan, têkoşîn û keda “Behçet Epözdemir” çend axavtinek pêşkêşê amadebûyan kir.

Di merasimê de hem şehîdên Komara Kurdistanê hem jî Endamê Meclisa PSKê “Behçet Epözdemir” ku salek berî niha jiyana xwe ji dest dabû, hatin birbîranîn.

PSKê ew merasime li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê lidar xistibû.