Partiya Sosiyalît a Kurdistanê (PSK), bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq rewşa dever û nemaze Kurdistan, behsa gefên rejîma Îranê li ser Kurdisatnê kiriye.
PSKê di beşek li daxuyaniya xwe de daye zanîn: “PSK gefên Komara Îslamî ya Îranê yên li beramber hikumeta Herêma Kurdistanê û topbarankirina axa Herêma Kurdistanê şermezar dike”.
PSKê di daxuyaniya xwe de carek dinê piştgiriya xwe li hêzên welatperwer yên Rojhilatê Kurdistanê û li hikumeta Herêma Kurdistanê radigihin.