Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qa`aniyê terorîst gefa kuştina berpirsên Amerîkayê dixwe!

17:13 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Fermendeyê “Spaha Quds” a taya Spaha Pasdaran a terorîst li derveyê welat, “Îsmaîl Qa`anî” bi hilkefta salvegera kuştina “Qasim Silêmanî” gefa kuştina 3 berpirsên payebilind yên Amerîkayê dixwe! Û meclîsa rejîma Îranê jî dixwaze ji “Sindûqa Geşeya Netewî” bo Spaha Quds pere rake.

Roja Sêşemî, 29ê Kanûna Pêşîn, “Îsmaîl Qa`anî”yê terorîst gefa kuştina Serkomarê Amerîka, “Donald Trump” û Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” û herwisa Berpirsê “CIA” xwar; Herwisa terhek di meclîsa rejîma Îranê de heye ku pêka wê terhê tev endamên Pêntagon, kompanî, damezrave û kesên girêdayê Kuştina “Qasim Silêmanî” wekî girûpeke terorîstî binav kirine.

Pêka wê terha ku li roja Çarşemî, 30ê Kanûna Pêşîn bi meclisa rejîmê re dane, dibe ji “Sindûqa Geşeya Netewî” 200 milyon “EURO” bi Spaha Quds re bê dan.

Şikest û îflasa rejîma Îranê û jidestdana rewatiya rejîmê li nav xelkê û heta hogirên rejîmê, bûye sedem ku di salvegera kuştina “Qasim Silêmanî” yê terorîst şanoyên han bêne lîstin û 200 milyon ku hewcehiya xelkê ye bo berjewendiya taqima diz û çeteyên girêdayê rejîmê bê terxankirin.

Rejîma Îranê piştî derbasbûna 1 sal bi ser kuştina Silêmaniyê terorîst, hêj di qonaxa “bas ji tolhildanê” de maye û ji tirsa berteka Amerîkayê heta niha nekariye serbazekî Amrîkayê jî bikuje û xuya nîne ku dê çend 200 milyon EURO yê din bi çewtekarî ji kîsê xelkê bêne bexşîn.