Roja Yekşemî rêkevita 22`ê Gulanê “Xalid Bin Selman” cêhgirê wezîrê berevanî yê Erebistanê, di hevdîtina digel “Tim Lenderking” nûnerê taybet yê Amerîkayê li karûbarên welatê Yemenê de, liderheq çawaniya rûbirûbûna lihemberî rejîma Îranê digel hevpeymanên xwe yên li herêmê de gotûbêj pêk anî.
Pêka rapora Nûçegihaniya Erebistanê, di vê hevîtinê de herdu aliyan li derheq hevahengîkirinên dîplomatîk û ewlehiya li derheq çawaniya rûbirûbûna li hemberî gefên rejîma Îranê li herêmê li rêya çeka navikî, û herwisa piştevanîkirina wê rejîmê ji terorîzm û bernameyên wê yên bona berfirehtir kirina mûşekên balistîk nîqaş kirin.
Herwisa Bin Selman da diyar kirin ku, destêverdanên girûpa Husiyan li karûbarên welatê Yemenê de ku, ji aliyê rejîma Îranê ve piştevanî tên kirrin, sedemên sereke yên nearamiya di wî welatî de ye.