Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qalîbaf bona xapandina xelkê, serdana Kirmaşanê kir

12:08 - 14 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Mihened Baqir Qalîbaf bi merema xapandina xelkê deverên Kirmaşanê, serdana wê parêzgehê kir.

Mihemed Baqir Qalîbaf, endamê encûmena diyarî kirina berjewendiya rejîmê, bi armanca xapandina xelkê deverên Kirmaşanê, serdana çend cihên wê parêzgehê kir.

Qalîbaf di bajarê serpêl û zehawê de kevte ber nerizayetiya xelkê belengaz û xisar dîtî.

Zaf bajarên rojavayê parêzgeha Kirmaşanê, yek ji wan Serpêl û zehawe ku cihên herî bê par û xisar dîtî ên Kurdistanê ne û rejîmê jî, pişt guhê xwe ve avêtiye.

Bi taybetî piraniya xelkê navçeyên Elyasî û Serpêlê ewe 2 sale bi hegera erdhejê bê mal û hal mane û ji hemû xizmetguzariyekê bê parin.

Parêzgeha Kirmaşanê û bi taybetî bajarê Serpêl û Zehaw, her li dema ku rejîma Îslamî li Îranê hatiye ser kar, bi hegera şerê Îran û Îraqê û erdhej û rabûna Lehiyê xisarê mezin dîtine.

Xelkê rojavayê parêzgeha kirmaşanê pitir ji 15 salan derbider bûne, ewe 2 sale di bin xîvet û kanêksan de dijîn, ji qutabxane, nexweşxane, û rêke û berqê bê parin.

Niha li devedevê destpêka piropagenda helbijartinê ye, kesên wekî Qalîbaf bi dana soz û qewlên direw, li cehda xapana xelkê dane bo ewê ku wan bikêşne ser sindogên dengdanê.