Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qamişlo/ Di simînarekê de 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo bilind hat nirxandin

21:48 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo, Navenda Aso a rewşenbîrî di bajarê Qamişlo de simînarek bo nivîskar û rewşenbîr Derwêş Xalib lidar xist.

Li gor rapora Kurdistanmedia, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, roja Yekşemî bervara 13’ê Tîrmeha 2014’an, simînarek li Navenda Aso a rewşenbîrî a bajarê Qamişlo di Kurdistana Sûriyê de, bi beşdariya kesayetiyên siyasî û nivîskarên Kurd bi rêve çû.

Simînar bi deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, şehîdê riya rizgariya Kurdistanê dest pêkir û piştre ji aliyê birêvebira semînerê Winda Şêxo, bixêrhatina mêhvanan hat kirin.

Paşan nivîskar û helbestanê Kurd “Konê Reş” ku helbestek taybet bo 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo hunandibû pêşkeş kir.

Piştre mamsota “Derwêş Xalib” yek ji dostê Dr. Qasimlo mijarek di du pişkan de “Xebat û berxwedaniya Dr. Qasimlo” û “Bîranînên xwe tevî Dr. Qasimlo” pêk hatibû, pêşkeş kir.

Piştî pêşkêş kirina basekî çir û pir li ser Dr. Qasimlo, navbirî Dr. Qasimlo bi kesekî nerim û çepekî demokratîk da nasandin û bi hûrî li ser terora Dr. Qasimlo bo amadebûyên sîmînarê şirove kir.
Sedema şehîdbûn û herwiha ew telikên ku ji aliyê rejîma terorîst ya Îslamî a Îranê ve bo Dr. Qasimlo danîbûn û pêwendiya Dr. Qasimlo tevî aliyan û kesayetiyên Kurdistanê, pişkek din ji axavtinên mamosta Derwêş Xalib bû di vê simînarê de.

Derwêş Xalib herwiha got: Rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo bi dirêjedana xebat û têkoşîna Dr. Qasimlo berdewamin û heta armanc û armanên nemir Dr. Qasmilo bi çî bigehînin.

Di vê simînarê de hejmerekî berçav ji rewşenbîr û nivîskar û herwisan hejmarek kesayetiyên siyasî ên Kurd amade bûn ku nerîna xwe li ser kesayetiya Dr. Qasimlo anîne ser zimanê û ji aliyê mamosta Derwêş Xalib ve bersiv hat dayîn.