Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasa ava bendava Qişlax li Parêzgeha Sineyê %35 kêm bûye

11:59 - 16 Hezîran 2022

Birêveberê Kompaniya ava deverî ya parêzgeha Sineyê “Areş Ariyanijad” di hevpeyvînekê digel Nûçegihaniya “ÎRNA” ya ser bi rejîma Îranê gotiye, ku niha ava bendava Qişlaxê 130 milyon merta 3 cî ye û pêka sala derbasbûyî %35 kêmtir bûye.

Bendav “Qişlax”ê ku çavkaniya ava vexwarina bajarê Sineyê ye, şiyana paşkevtkirina 215 milon metra 3ciya avê heye, lê niha tenê 130 milyon metra 3cî ya avê tê de maye û pêka danînaberhev digel sala derbasbûyî %35 kêmtir bûye.

Herwisa “Areş Ariyanijad” îdia kiriye ku bo qerebûya wê kêmaviyê ji bendava “Azad” bikar anîne û di her çirkeyekê de 2 metra 3cî ya avê bo çemê “Çilgezî” hatiye berdan ku tevlî ava bendava Qişlaxê bibe. Bendava “Azad” di 40 kîlometriya bajarê Sineyê de ye.

Bendava “Qişlax” li 12 kîlometriya bajarê Sineyê de hilkevtî ye û daketina ava wê bendavê heta niha çendîn caran xelkê Sineyê rastî bêaviyê kiriye.

Rejîma Îranê di dabeşkirina avê de gendeliyan dike û beşek zêde ji ava parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bo bajarên navendî yên Îranê vediguhaze ku ev yeka bûye sedema kêmbûna ava bendavan û çêbûna krîza bêaviyê.