Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasa ave gola Urmiyê milyardek û 760 milyon metra 3cî kêm bûye

18:18 - 16 Hezîran 2022

Gola Urmiyê roj bi roj ava wê kêm dibe û asta ava gola Urmiyê pêka sala derbasbûyî 54 santîmetran daketiye.

Birêveberê Giştî yê Kompaniya Ava Deverî ya Parêzgeha Urmiyê “Mecîd Destgahî” di hevpeyvîna digel Nûçegihaniya “ISNA” a girêdayî rejîma Îranê li derherq gola Urmiyê gotiye: “Pêka pîvanên ku di 23ê Cozerdanê li ser gola Urmiyê hatine encamdan, asta ava gola Urmiyê niha 1270.72 metir e ku sala par 1271.26 metir bû dide xuya ku ava golê 54 santîmertan daketiye”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “Berfirehiya gola Urmiyê niha 2 hezar û 396 kîlometra 2cî ye ku sala derbasbûyî 3 hezar û 324 kîlometra 2cî bû”. Eva jî di halekê de ye berfirehiya gola Urmiyê 928 kîlometra 2cî kêm bûye.

Pêka gotina  “Mecîd Destgahî” ava gola Urmiyê li sala derbasbûyî 4 milyard û 710 milyon metra 3cî bû, lê niha 2 milyard û 950 milyon metra 3cî ye” bi vî awayî milyardek û 760 milyon metra 3cî ji ava gola Urmiyê kêm bûye.

Bi sedema siyaseta çewt ya rejîmê û gendelîkirin ji bûdceya dabînkirî bo wê golê û dizîna ava parêzgeha Urmiyê bo deverên Farsnişîn, wisa kiriye ku gola Urmiyê roj bi roj ber bi hişkbûnê ve here û eva jî metirsiyek mezin e bo xelkê parêzgeha Urmiyê û parêzgehên derdora wê parêzgehê.